Kürtçe Makaleler

Ji Têkoşerê Winda Name
Leşkerê Winda

Ku heyetek diçe derekê
Ji bo gora Leşkerê Winda
Tacegulekê bi xwe re dibe,
Sibero eger
Bê welatê min jî heyetek wiha
Bipirde ji min " Kanî gora Leşkerê Winda?"
Dibêm "Ezbenî
Li keleka her cuhê
Li ser dîka her mizgeftê
Li ber deriyê her malê
Her dêrê
Her şikeftê
li ser tahtê her çiyayî
Li bin siya her baxî
Li Kurdistan
Li ser her bostê axê
Li bin her gazê ezmên
Şerm meke
Hin serê xwe daxe û
dayne tacegula xwe"

A. PÊŞEW                                 
 

“Mûyên rûyê min teze didan der. Temenê min xwar jor hejde bû. Pêsira min ji bayê kur re vekirî, xwîna min germ û dilê min bi kute kut bû.
 

Ku we bigota “De heydê” min dikaribû dinya hildaya ser milên xwe…we bigota em bibezin, min dikaribû deştên bê ser û ber, çiyayên asê li paş xwe bihişta. Min diakribû melevenî di nav tariya şevan de bikira, lêxistina tixûbên qedexe ji bo min lîstok, devê lûleyên sar ên mawzeran li paş stûyê min çîrok bû.
 

Xwîna min a germ, bedena min a nazik û salên min ên ciwan nêziktirîn sal, beden û hest bûn ji azadî û serhildêriyê re. Beden, hest û ruhê min li dijî hemû rêz û rêçikên qedîm û desthilatdar di nav raperîn û berxwedaneke bêhempa de bûn.
 

Nav û wêneyên naskirî yên hemû tevger û rêxistinên ji destpêka dîrokê heta îro di bîbikên min de daçikandî, stranên wan di guhên min de kewandî bûn. Heraklît, Spartakus, Suhrewerdî, Hesen Sebah, Zeus, Che Guvara, Marks û Lenîn…Koçero, Yado û yên mayî.
 

Niha êdî ebediyen winda me…nav û nîşana min tenê li meydanên bajarên mezin li ser taqan dinivîsin. Carcaran hêkelên min dadiçikînin.
 

Ez…yê ku di ferhenga we zindiyan de, navê wî wekî “Leşkerê winda” hatiye nivîsîn; digel hevaleke xwe ku ew bi xwe jî “Têkoşereke Winda” ye; lê mixabin hêj navê wê di ferhenga we de nebûye “Leşkera Winda” li “Civîngeha Artêşê” ku di nav goristanê de xwediyê cihekî taybet e, em li ser kêla gorekê rûniştî ne; ez dibêjim û hevala min dinivîse.
 

Nizanim… bi gûmana min hûnê navê vê nameya min bikin gazinname. Dibe ku hinek ji we bibêjin, “Na, nexêr, ew Poşmanname ye.” Lê bi ya min, ewqasî navlêkirin ne girîng e. Tiştê ji bo min herî watedar û girîng ew e ku beriya nifşên nûhatî dîroka neteweya me ya fermî binivîsîn, ev çend not jî li ber destên wan hebin. Lewre heta îro tu netew, kes û akedemisyanan, di dema nivîsandina berhemên xwe yên dîrokî de guh nedane çavdêrî, bîr, ray û anekdotên miriyan, nexasim jî guh nedane “Têkoşerên Azadiyê yên mirî” ku we nav li wan kiriye “Leşkerên Meçhûl.”
 

Ezê pêşniyar û çavdêriyên xwe wekî pirtûkeke biçûk, digel nameyê bişînim. Xal bi xal bi rêz bikim. Ger weşanxaneyek peyda bibe, ew weşanxane xwe bide ber çapa wê; ev pirtûk dê bibe yekemîn belge û pirtûk a “Têkoşerên Winda”. Pêşniyar û dahûrandinên min, hemû ewê di barê “Dinayayeke xweş çawa dikare ava bibe, mirov çawa dikare bextiyar bibe” de, bin.
 

Dibe ku gelek serek û reveber hilçenin û van daxwaz, pêşniyar û dahûrandinan wekî “Deynên Şehîdan” bihesibînin li ser milê xwe. Lewre gelek ji van daxwazan ew tişt in ku me ji bo viyana wan giyanê xwe daye.  Li gorî hiqûqa merî, ew mafên me yên bidestxistî ne. Lê serek û desthilatdar, hê jî nizanin û nehatine ser hişê xwe: Winda ji hemû mafan bêpar in..! Di amentuya şoreşê de, mafê windayan tenê “Rawestandina deqeyekê ya li ser piyan e”, “Sloganên klîşe û jiberkirî” û “Peyvên boyaxkirî” ne.
 

Ger ji van zêdetir pêşniyar, daxwaz û dahûrandinên “Winda”yan hebin, li gorî hemû yasayên şoreşê “Şehîd dimrin..!”  
 

Rêhevalên Zindî… birêzan… têkoşerên newinda..! Em li rawestgaha xwe ya mayinde her ew xort û ciwanên berê ne. Yên ku nizanibin bila hîn bibin. Mirov çend salî bimre, di wî temenî de dimîne. Bi gotineke din: Sal li temenê miriyan zêde nabin…ew herî wekî xwe ne.
 

Nizanim gelo rêhevalên me yên ku dema em sax bûn, em pêkve serhildêr û muxalîfê rejîmê bûn; lê a niha ew desthilatdar û pîr û kal in dizanin gelo ku êdî em û ew ne hemsal in. Mînak, temenê min hê jî xwar jor hejde ye; lê hevalbendê min Dewranparêz ê ku îro mesûlekî gewre ye, bi temen, rabûn û rûniştin, utopya û her tiştê xwe kal e û bûye nîşaneya paşverûtiyê. Nizanim gelo ew û hûn bi vê rastiyê zanin.
 

Birakno, xwişkno..! ji kêmroniya çavê we, ji kêmziziya dilê we, êdî diyar e ku em ne leşkerê kozikekê ne.
 

Têkoşerên Zindî yên newinda..! Vê namilkaya min a ku ne hewce ye xal bi xal di nameya xwe de dabaşa wê bikim, lê min bi nameyê re şandiye û ger xwendevan jî bixwazin jê agahdar bibin û bixwînin, bila piştî çapkirinê bi afiyet bixwînin; tika ye wekî deynekî nepejirînin li ser milê xwe. Peyama sereke ya namilkeya min ev e: Serek û desthilatdarno; qedrê zindiyan bigrin, paşê yên miriyan..!
 

Heger hûn me meraq dikin bibêjim: Dîmenê li ber çavên me her hê ew dîmen e…asîmanekî şîn, bêser û ber…xwîna me hê jî dikele, dilê me bi tep tep û azadî sêveke sor e di paşila me de, haya me ji bayê felekê tune, şûr simbêlê me nabire û em li ser pişta hespê rehwan, bi bayê bezê ber bi utopyaya xwe ve dibezin.
 
Tekoşerê Winda (Kod: Raperîn Bayî)-
 
Adar, 2010-Wargehê Windayiyan”