Kürtçe Makaleler

ZAROKÊ SÎNOR IM
Ji roja roj de, wê têla bê ser û ber a ku heta çavê min didît her û her dirêj dibû… diçû û hey diçû, ramanên min ên di barê nexşeyan de diteriqandin. Di rojên zarokatiya xwe de, min çavên xwe digirtin û nexşeya ku mamoste, di pola çaran de hînî me kiribû dianî ber çavên xwe. Min her wisa dizanî ku ew dewletên ku di nexşeya dinyayê de hene; hemû bi têleke wekî vê têla ku di nêzîkî hewşa me re dibihure, hatine veqetandin. Ay yadê sînor çiqas dirêj in… ji ku dest pê dikin û li ku diqedin? Pirs, pirs û pirs…
 

Di navbera hewşa dibistana min a seretayî û sînor de metreyek an du metre hebûn. Ango dibistana min li ser sînor bû. Pênc salên min ên gilover li ser sînor derbas bûn. Her çiqas havînê dibistan girtî bû jî, em di hewşa wê de bi gogê dilîstin. Dema em diwestiyan, li ber siya dîwêr vedizeliyan, li ber sînor… bi gotineke din me westa xwe li ber dîwarê ku cîranê têla bi dirî û zeviyê bi mayin bû datanî.

09.10.2005-STENBOL

 Belkî ji ber wê yekê ye ez xwe “Li ser xetê ” dibînim. Dema hinek dibêjin felankes “Serxetî” ye, an bêhvankes “Binxetî”ye, ji nişkê ve xeta sînorên zarokatiya min dora hişê min dipêçe û goga min diçe nav têla bi dirî û keçek gogê bi rûyekî ken ji min re diavêje, ew pira ku di navbera mala me û binya xetê de, bûye “Xet” ango “Sînor”; wekî dîmenekî reş û spî di bîbika çavê min de dadiçike û dernayê.
 

Lewre ez “Li ser xetê me” Tu caran nebûm “Serxetî”, tu caran nebûm “Binxetî” yanî ne “Serxetî” û ne jî “Binxetî” me. Ji bajarê Nisêbînê me, ku ew cêwîkê Qamişloka têrkeser e.
 

Hilêlik, Qudurbeg, taxa filehan, heçku li ber mala me ne. Dengê melayê mizgefta meheta Qamişlo gelek caran ez ji xewa sibehê rakirime. Pismamê bavê min melayê wê mizgeftê bû. Di dibistana seretayî de, gelek caran goga me diçû aliyê Binxetê, me fediyokî ji keçên xama yên ku li aliyê din aşêf dikir, -lewre li wê derê beşek ji zeviyan ne bi mayin bÛn, gundiyên derdora qamişlo çandinî dikir- goga xwe dixwest. Lê carnan gog, tam di nav têlên bi dirî de dima. Wê demê ew gog ji dest diçû. Çend gogên me di nav têlên bi dirî yê sînoran de man yadê… !
 

Ew têlên bi dirî ên ku niha di navenda xewnên zarokatiya min de daçikandî ne, 40-50 metroyî dûrî hewşa xaniyê me bûn…Dema qaçaxçiyan li sînor dixist û leşkerên tirk bi hezaran gule berdidan û fîşek di ser textê me yê li ser banî vedayî dibuhurîn, me wekî pisîngan di nav nivînan de dipernisand, di binê lihêfê de me çavên xwe digirtin, heta ku careke din em di xew re diçûn… ay yadê xew çiqas şêrîn e…
 

Li pêşberî mala me, li binya xetê girek hebû. Jê re digotin Goristana Cihûyan.” Herî zêde sed û pêncî metre bû navbera gir û textê ku li ser radiketim. Piştî wextê şîvê çira li ser gir vêdiketin. Min li çirayên vêketî temaşe dikir carnan, heta çavên min diqerimîn û radiketim. Di tariya şevê de sînor tunebûn, lê dengê reyîna kûçikên leşkerên tirk û dengê sîsirk û beqan têkel bûn.
 

Reyîna kûçikên nobedaran ne nîşaneya xêrê bû. Dema li ser hev kûçikan bikira ewte ewt, wisa dixuya ku qaçaxçî derbas dibin, an jî derbas bûne…naxwe dîsa guleyên Keleşkofên qaçaxçiyan û guleyên Gawûçên ku tivingên leşkeran in ewê ezmên biqelêşin. Ay yadê ma çiqas fişek hene… li ezmanê di ser mala me re, çiqas stêr hene yadê…!
 

 Niha jî ew tevzînokên tirsê di xwîna min de, nefret e, helwest e.. serî hildidin li ber dengê reyîna kûçikan, li ber dengê fişekan. Em bivin nevin, em zarokên sînoran in, mayîn û têla bi dirî, kolikên leşkerên tirk ên nobedariyê, dengê kûçikên sînor, goga di nav têla bi dirî de mayî, ronahiya fişekên ronahîker li ser hişê me nexşeyeke dirandî ye. Em zarokên bajarê ku nexşeya wan hatiye dirandin in.
 

Ez, zarokê li ser sînoran im… nexşeya zarokatiya min dirandî ye, cawê hişê min bi dengê kûçikên sînor, ronahiya fişekên hewayî û bêhna zeviyên têrmayin û têrbombe hatiye honandin.
 

Niha jî dema sînor têne ber çavên min, dema bîhna min hildiçike, teng dibe berê xwe didim asîmên… li asîmanekî şîn digerin çavên min… wek asîmanê zarokatiya min. Lê cihê daxê ye…
 

Ez ne “Serxetî” me, ne jî “Binxetî”… “Li ser xetê” me… xwediyê xeteke bê al û bê nîşan im…!

                                        ***
 
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê saziyek ava kirine. Kongreya xwe ya duyemîn çêdikin. Ez jî vexwendim kongreya xwe. Min xwest ku birûskekê ji wan re bişînim. Min dest avête pênûsê. Qaşo minê çend peyvên ji rêzê û sloganwarî binivîsanda. Lê hestê nivîskariyê, keserên zarokatiyê rê nedan. Hew min dît ku ez di nav sînorên nostaljiyê de digevizim. Ew sînorên ku weki “xêzika filehan”, wekî “xeleka êzîdiyan” li ser çarenûsa xak û zuriyeta min hatiye neqişandin ez gevizandim… birim û anîm… ev pexşan derkete holê.