Kürtçe Makaleler

BÎRANÎNÊN KRÎSTALÎZE
Tê gotin ku dema kesek dabaşa bîranînên xwe bike, tê wê wateyê ku êdî ew kes ber bi kalbûnê ve diçe. Ango êdî wî/wê kesî êdî ji jiyanê bêtir nêzîkayî li mirinê kiriye.
 

Çiqasî rast e ev raman, baş nizanim…lê digel ku mirov li ber çonga jiyanê bijî û seranser bîhna hêvî û jiyanê ji mirov bifûre jî, mirov dikare qedrê bîranîn û rabirdûyê bigre.
 

Bi ya min, dema ku qedrê bîranînan li ber çavên mirov nema wê demê benê nava mirov û jiyanê xavtir bûye, xemsarî êdî niqutiye nav gencîneya hêvî û serhildêriyê.
 

Ma ne bîranîn in ku di navbera niha û dahatûyê de arîşeyên hişkegirêkî, kobûna dil, bi evînê dison û wekî pêleke roniyê rê li ber hiş vedikin.
 

Bîranîn wekî gunehan in. Hinek guneh hene bi ser kevgîrê dikevin. Hinek guneh di nav qulên kevgirê re xwe bera jêr didin, dinisilin, dadiwerivin. Ma kî ji me niha gunehên xwe yên bi bin kevgîrê ketine bi bîr tîne..!
 

Lê gunehên me yên sereke ku li ser kevgîrê mane, wekî deqeke Erebî li ser eniya me her û her beş dikin, dibiriqin.
 

Em hindek caran, bi helwest û xwesteka wênevanekî siruştparêz heçku li ser laşekî têr arzû tîna dil veşkînin li bîranîn xwe dihishisin…di rewşa jixweçûnê de bîra rabirdûyê vedikolin; bi delaliyeke hejdesalî diberizine daxwaz, hêvî û dozên xwe yê pêknehatî.
 

Ew bîranînên ku li ser caw-pertalê hişê me bûne girêkeke kor…yên wekî rîsekî xav verişiyane; di hişê me de werdigerin kêliyên cûtî…heçku bi diranên lawirekî kojer hatibin kurisîn, wisa naçar û pelixî ne.
 

Gelo ji bilî serkeftineke mayinde û nemir çi dikare jana bîr, raman, hest û bernameyên ku ji bo demeke ne diyar hatibin taloqkirin bihedinîne?
 

Dema em li bergehê rabirdûya xwe dinêrin, ger ku asoyê hingurê ne gevez be, em dê çawa bi beza xezalekê pêşwaziya rabirdûyeke telafîker bik?.
 

Di nav xirecir û hengameya gav û kêliyê de; di rewşa “Dema niha” de, dem wekî gulekeke berfê ku li ser sêleke sincirî bigindire dihele. Lê dema mirovê ku li darê dinyayê “Evdekî biyanî” ye di nav vê hengame û xirecirê de dikerixe, dawî li ser birîna xwe diponije; ha wê demê êdî bîranîn wekî çemekî boş ji gencîneyê ber bi “Gav” û “Kêliyê” diherikin.
 

Di demê wiha de, herî zêde bîranînên li ser evîn û têkoşînê krîstalîze dibin…di kêliyê wiha de, bîranîn; wekî leymûnduza ku li ber tava heyvê, li erdê hatibin werkirin… wisa dibiriqin, diteyisin, heçku şopa Kadizê bin.
 

Kesên ku di roja gonê de zana û pisporên evînê bin; di rojên daweşandina bîrananînan de, pale û kedkarên hezn û bêrîkirinê ne. Ew hestên wan rojên dînemêrî…helwesta wan gav û kêliyên del û dîniyeke bê ser û ber, mirovan distewînin…gotinên mircanî wekî fîşekan ji ser zimanê wan dipekin…notayên zîz, wekî riviyê ji tiliyên sincirî dûkel dibin û ber bi êvareke baskşikestî, tijepistepist û bêhogir li ba dibin.
 

Êdî mafê gotinê yê hunermend e. Hunerê ku ji sûretê mekan, zeman, reng, deng û bîhna bîranînan gon xwariye, di ferhenga hemû serdest û paşverûyên heyamê de, dibe sergerdeyek.
 

Huner, jiyanê dûbare diafirîne, radeya raman û derbirina hestan digihîjîne asteke bilind. Mirov wê demê laş û ruhê xwe ji nû ve kişf dike…bi civaka xwe re, der û dor, av, hewa, lawir; bi kurtî bi siruştê re lihev tê.
 

Di nav destê hunermend de, bîranîn; bi çêja bextewariyê, wekî karwanekî bêwestan bi hestên helezîn, ji "Rabirdû" tên, di "Dema niha" re dibuhurin…li ser pişta qaqlîbazeke azad, jixwebawer û serbilind mizgîniyê didine dahatûyê.
 

Bîranîn û hunermend wekî wan kêliyên ku di nav pêsîra bihevşabûneke bê ser û ber de derbas bibin, bi coş dibişirin.
 

Lewre tîran, serdest, paşa, şah û raca serî li ber hunermend ditewînin! Bê şik, hunermend tu caran bêbextî û durûtî bi rabirdû û bîranînên xwe re nekiriye.
 

Lê zorbeyên cîhanê; wan gelek serdestan pirtûkxane şewitandin…mînak Cengîzê Moxolî, dû bi ser pirtûkan xist. Ma kanî Îskenderya. Lê agirê bîranînên pirtûkên sotî li wan hatin xezebê.
 

Gelek kesên dîktator hunermend gulebaran kirin, şandin ber sêdarê, ew avêtin ber dara xaçê(selîbê)!
 

Lê dîrok wan çawa bibîr tîne? Garcia Lorca li ku ye, Franko li ku ye? Yek wijdanê mirovahiyê ye, nûnerê bîranîn û hişê cîhana me ya kevnare ye, yê din her roj tê naletkirin.
 

Hunermend li hemberî bîranînên xwe şilftazî, xwediyê dilekî veşuştî ye…bi pîroziya şerabeke esîl û kevnar, bi sozdarî û rêhevaliyeke milîtanî, nêzîkî sur û bîranînên xwe dibe.
 

Ma kîjan tîran dikare di sibeheke destsivik û rûşêrîn de, ne bi rêngê zirevîndarekî ber bi yareke gotin û dil narîn ve biçe, pêşwaziyê lê bike? Kîjan zordestî heta îro şiyaye nehêle olana gotinên bankerê rabirdûyê ango awaza hozanê bîranînên krîstalîze; li binê asîman deng vedin?
 

Bîranîn, bi semax û arama sofî û Hawariyên jidil, ji nav derz û qelşên salan dinisilin. Mirov û ew çiqasî bi hev re rast in? Kes çiqasî dikarin bi rehetiya kesatiyeke ku di navbera pozîtîvîzm û mengîweriyê de wekî ruhekî gihîştî, ji dîtin, bîhnkirin û desttêwerdana bedenên nazik têr bûbe, wisa rehet rû bir û bin bi bîranînan re.
 

Kengî me bêbextî li bîranînên xwe kir; wê demê emê wekî hevalmariyekî ango zirhevalekî bêtûte; bibin xwediyê kûpekî bê sur, seriyekî bê xeyal.
 

Kesekî bê xeyal çiqasî zindî ye…çiqasî mirî ye…!