Kürtçe Makaleler

Bext û Bêbextî
Xencereke bi zingar… di dirûvê zimanê marî de… pêjna siya pela dara biyê ya ku mirov li paş xwe dibihîze. Pistepista di kuncika şeveke reş û tarî de, pistepista mîna dengê pêşiyan, dengê barana hûrik hûrik ya hingureke Nîsanê. Xencera zengarî ya veşartî, pistepista şevareş, siya li paş mirov û pêjna pela dara biyê ji “Bêbextî”yê pê ve çi tînin bîra mirov gelo?

Çima ferhenga mirovahiyê û ya me ji aliyê “Bext” û “Bêbextî”yê ve evçend zengîn e. Mirovê/a ku otorîte îktîdar, çavsorî ji xwe re kire armanc, ger pîvanên mirovahiyê, pîvanên civakê yên ku heta wê demê mirovan bawerî pê aniye xistin bin lingê xwe, wê demê êdî navnîşana “Bêbextî”yê wekî rutbeyekê daniye ser milê xwe.

Di civata me de, di barê vê mijarê de, navdartirîn gotina sosyolojîk ev e:“Text nadim bi bext”… Hemû mîrekan“Text” ango “otorîte-îktîdar” viyaye, lê ew nekirine alternatîfa “Bext”. Di dîroka civata me de, dema herdu bûne alternatîf û mîr û asîlzade mecbûr man ku yekê hilbijêrin li gorî pîvanên civaka bilind raya xwe ji aliyê “Bext” ve bi kar anîne.

“Bêbextî” payeyeke ku mirov ji xwe re hildibêjere, tercîh e. Lê dawî dibe statuyeke civakî. Statuya zilamê-jina herî jêrîn, ketî, kotî ye

“Bêbext”, wêrektirîn kesê/a civake ye: Lewre bi lanet û hermonikirina civakê razî ye. Qîma xwe aniye ku deqa reş a dîrokî her û her li ser eniya wî/wê be.

“Bêbext” tirsonektirîn kesê civakê ye: Newêraye nêzîkahiyê li ronahiyê, pîvanên civaka bilind bike. Newêraye nêzîkahiyê li “deng” û “ronahiyê” bike. Bêbext ne li rûyê mirov dinêre, ji “nûr”ê ditirse, evîndarê “tarî”yê ye. Li pêşberî mirov ranaweste, ew her li paş e. Lewre sosyolojiya gelan di hemû ceng û cîdalan de “derba ji paşve” lanet kiriye.

Li gelek deveran, dema du gundan, du ber an du bendan bi hev re şer kirine, hinek caran westiyane, mirovek derketiye ser kevirekî bilind, qîr daye, gotiye: “Bext”… ewên ku beriya demekê bi hev re şer kirine, nîşan ji hev girtine dema peyva “Bext” bihîstine, dev ji şer berdane. Hatine li nik hevdû rûniştine, qutiya cigarê pêşkêşî hev kirine, hesteyên xwe dane hev, cigareya hevdû pêxistine. Lê dema ku gotine “Bext temam” êdî li hev û fersendekê negeriyane, heta herkes çûye kozik û çeperên xwe “Bext” domandine. Ev peyman e, biryar e… lê helbet ne nivîskî ye.

Xortan keçên mîrê mezin revandine û çûne “xwe avêtine bext”ê mîrekî din. Kesê pêgirtî, ji saeta ku xwe avête bextê mîr pê de, êdî wekî penaberiya niha ya dewletên modern, xwarin, vexwarin, hemû tiştên pêgirtî ango xwelêgirtî li ser mîr, axa, malmezin in. Jiyan jî spartî wî ye. Ji xwe “Bext” û “Bêbextî”yê ji Habîl û Kabîl heta bi netewe dewletê her hatiye, bi tenê qalik û kalan guhertiye. Di sosyolojiyê de, zagon, edebiyat, felsefe û hwd. de her maye. Zagona penaberiyê li gorî têgiha “Bext” a ku têgiheke sosyolojîk e, hatiye amade kirin.

Di nav edebiyata gel a devkî de tê gotin ku, “Dema mirov avê vedixwe, tu caran mar bi mirov venade.” Gel ji bo ku pîvanên civakê bigihîne radeyeke bilind, xwestiye ku bûyerên siruştê ji rastiya baweriyên xwe re bike delîl.
 
Di zarokatiya me de, dema me şer dikir, hinek caran kesê ku bi bin diket pê dizanibû ku ewê gelek kotekî lê bibe û zêde biêşe, xwe diavête pişt yekî, digot “Ez di bextê te de.” Dema wisa digot, îcar kesê ku zarok ketiye bextê wî, heta jê dihat hevaltiya wî dikir, ew ji çavsoriya yê din diparast.

Li nik kurdan, “Çiya” û “Bext” du peyvên ku herdem pêkve têne bi kar anîn in. Lewre her ku serdestan bêbextî li kurdan kiriye an jî kurdên serdest neheqî li kurdên jar kirine, kesên bindest, serhildêr xwe avêtine bextê çiyan. Lewre di ferhenga “Bext” û “Bêbextî”yê de çiya û bext du peyvên cîran in. Gotina, “Bextê Romê tune ye” mîraseke ji ber wan demên dijwar bi civaka me maye.  

Çawa ku di edebiyata klasîk de, “Bext û bêbextî” bûne motîf ji klam, şer, gotinê pêşiyan û biwêjan re, di edebiyata modern de jî îro em gelek caran rastî van motîfan tên. Ahmed Arîfê şaîr dibêje: “Cigareya xwe ji ya min vêdixin, eniya min maç dikin… bêdeng… xayîn… tîremar…”

Di helbesteke xwe ya din de Ahmed Arîf, “ Bila yarî jî neyarî jî bi mêranî be…” dibêje.

Hozanekî din ê hemdem jî dibêje: “Hey mirinê! bila navê te “Bêbextî” be…”

16.08.2005- Stenbol