Kürtçe Makaleler

BI TIRKÎ BAJARÎ, BI KURDÎ GUNDÎ !
Ez ne nobedarê zimanê kurdî me. Ne parezer û ne jî xwediyê wî me.
 

Bi destûra we be, tenê pê dinivîsim…belkî jê hez dikim.
 

Helbestan pê dixwînim, çîrokan, romanan, helbestan, pexşanan.
 

Stranên vî zimanî guhdarî dikim. Pend, gotinên pêşiyan, biwêjan jê hîn dibim.
 

Çi bikim zimanê min e. Ne ku min pejirandiye ji xwe re…jixwe navê wî li ser e; “Zimanê dayikê, zimanê maderî”…herçend, ne di zikê dayikê de jî hîn bûbûm, navekî wî yê din, “Zimanê zikmakî” ye!
 

Ji ber ku li Tirkiyeyê hê nebûye zimanê akademî, sazî, borsa û bazarê herkes jê xeber dide. Zana…nezan. Helbet mafê wan heye.
 

Ma ne carekê me got; “Li vî welatî demokrasî heye.” Bila, li ser çavan.
 

Hinek dibêjin, “Tenê zimanê gundan” e…hindek dibêjin, “Helbest pê têne nivîsandin; lê roman na!”
 

Ma em çi bibêjin, ziman goşt e, nerm e, dikare peyvên gilover jî yên çargoşe jî biafirîne… ziman ne derî ye, em kilîd bikin û ji xwe carekê me gotiye êdî: Zerar ji gotinê nayê, bila ramanên cihê hebin da ku zengîniya ramanê pêk were.
 

Hindek siyasetmaderên kurd ku kurdî diparêzin û hindek kesên ku kurdî wek ziman nabînin li ser xalekê li hev dikin:
 

“Zimanê kurdî zimanê gundiyan e…bila wisa jî bimîne.”
 
 

Ez li ser navê xwe dibêjim ji vê ramanê re na! Mebesta min ne munaqeşekirina niyeta kesan e. Lê ez ji ramana wan re dibêjim “Na”.
 
 

Helbet çanda serdema mîrektiyê, çanda mîr û gundiyan bîra ziman kûr, cawê ziman rengîn, şiklê ziman delal dike. Belkî tefnê ziman di vê serdemê de tê honandin. Destan, efsane, xeberoşk, çîrçîrok di vê serdemê de sînorê ziman fereh dikin.
 

Lê ji me hemûyan ve eyan e ku di sînga bajarvaniyê de, bi destên bajariyan ala zimanekî bilind dibe, di nav alên neteweyan de tête daçikandin.
 

Nivîskarên bajarî, takekesên civaka sanayiyê zimanê neteweyekî digihînin asteke bilind.
 

Di nav xirecira kar û xebata fabrîkeyan, li nivîsgeh û dibistanan, li sazî û qijleyên leşkerî zimanek dikemile.
 

Li welatê me, hinek kes hene bi zimanê serdest; bi tirkî gelekî nazik û kubar diaxivin. Li gorî rêzik, dîksiyon, gramer û kevneşopiya tirkî diaxivin.
 

Gelek ji van mezinên kurdan siyasetmedar in jî. Tirkiya bajarî, civata bilind a tirkan (sosyete), devoka hunermendên tirk ên bijarte bi kar tînin. Nerm û nazik diaxivin.
 

Bi vî teherî tirkîaxivîn normal e. Ma mirov çima gazind û lomeyan bike. Mirov bi çi zimanî biaxive, dive bide pey bihîstyarî, kitekit û devoka kubar a wî zimanî. Jixwe ger ne wisa be, axavtina mirov dê belek û şkestî be.
 

Lê nizanim çima gelo gava ev curemirov, ango hindek mezin û siyasetmedarên me bi kurdî diaxivin keyfa wan ji gundîtiyê re tê.
 

Ewên ku gava din bi tirkiyeke nazik, kubar û têkuz a bilind diaxivin; dema dest bi kurdî dikin, dixwazin wekî şivanekî kurd biaxivin.
 

Dest bi populerbûnê dikin û xwe dişibînin dûvikê gel.
 

Axavtina wan a yekem “Kuro” ye. Ya duyan “Loo” ye. “Wellleh” jî li pey van gotinan tê.
 

Çiqas heyf e..!
 

Gelek mezinên kurdan(!) wisa dibêjin: Em kurdiya gundiyan fam dikin lê ya nivîskaran fam nakin; dema em li berberojkê gund pal didin, bi rehetî her tiştî fam dikin.
 

Li welatê kurdan bi hezaran gund hene…bi hezaran berberojk hene.
 

Nivîskar mecbûr e, kurdiya van hemû gund û berberoşkan zanibe. Li bi baweriya min siyasetmedar tenê ji kurdiya berberoşkê gundê xwe hez dikin!
 

Li aliyê din, peyvên kul i gorî qalibê zimanê kurdî hatine çêkirin hene. Nivîskar wan bi kar tînin. Bi hin kesan be, dive em wan bi akr neyînin; hema peyvên ku heta niha hatine bi kar anîn besî me ne!
 

Ma wisa dibe?
 

Ew tirkiya ku bi dehsalan, bi zor û zehmetî hûn bûne şahrezayê wê; gelo dişibe ya gundiyekî tirk ê Enedolî?
 

Û çima bi hesanî, di nav çend mehan de, hûn dixwazin bikaribin kurdiya nivîskarekî bi rehetî têbigihin. Gelo we rûpelên çend ferhengan zivirandine û serê xwe bi çend roman, helbest, pexşanan re êşandiye?
 

An hûn hema wisa bi ji ber xwe ve hînî vê tirkiya kubar bûn?
 

Çiqas rebeniya me dilope ji van gotinan…gelo em van gotinên we wergerînin zimanekî din; biyanî, ewê derheqê pêşekeşên civaka me de, çi bifikirin.
 

Bawer dikim tiştek heye ku civaka me jê ne haydar e: “Em bi xwediyên du nasnameyan in. Yek jê nasnameya Tirkîtiyê ku ew nêzîkî bajarvaniyê ye. Nasnameya mey a din Kurdîbûn e. Nasnameya mey a Kurdîbûnê nêzîkî gundîtiyê ye.
 

Mijareke dorfereh e, lê bi kurtî incex wisa dikarim rave bikim.
 

Xwediyên baweriya ku kurdiya hêsanî diparêzin dema romaneke zimanê tirkî dixwînin ji zimanekî bajarî, razber, têrîdyom, hevokên zengîn, şibandin, ravekirin, vegotineke zengîn hez dikin.
 

Lê dibêjin bila nivîskarê kurd bi devokê gundiyan biaxive; wekî mamosteyekî mezinên kurdan hînî xwendinê bikin:
 

Çima, nivîskarê kurd ne guneh e…çima ew biz iman nelîze, neceribîne, pêşve nebe, peyvên nûken, peyvên serdema sanayiyê bi kar neyîne?
 

Mînak nivîskarekî kurdînivîs çawa dikare vê paragrafê hesanîtir binivîse:
 

“Hemû trênên ku ji stasyona kubariya te bi rêdiketin; yek bi yek di banliyo û bulwarên bajarê min re dibihurîn. Bê rawestan, bê vewestan, bi xuşîn hildikişîn. Ne desmaleke neqişandî kil dibû ji destê bedena te ya narîn, ne nergîzek wer dibû di pencereyan re. Yên barkirî; fargonên dagirtî, ji kaniya tabûyan seranser, mişt… kaptanê şîretkirî; sondaxwarê xwediyê xwe, keziya dema rawestiyayî bi destên têrhuner dihonand. Kêlî li me dibûne roj, salên ku bi fîkînî derbas dibûn li me dibûne nîr.”
 

Rast e, ez jî ne bi zordayina ziman re me, zimanekî çêkirî û tamandî ango kelemkirî napejirînim.
 

Rast e, zimanekî ku dereng gihîştibe ser sofreya kapîtalîzmê, nikare bi gavên îhtîlalwarî bimeşe. Sebr lazim e, guhertinên bi pîvan, bi hed û hesap jê re lazim in. 
 

Lê nivîskarên zimanekî wisa helbet ewê del û dîn bin. Ewê xera bikin, çêbikin. Xwar bikin, rast bikin. Ewê li pêşiya civakê bin, êşa famnekirinê bikşînin. Lê tiştê ku ew binivîsin ger ji aliyê ziman ve neyînin ecibandin ji xwe kes naxwîne.
 

Lê sed der sed, serkeftin ya nivîkar, nûjeniyeke bi hemd û pîvan; ne mumkin e ku li xwîna civaka kurdan neyê.
 

Lewre ziman di destê nivîskar de, hespekî bêhevsar e.
 

Ziman çemekî boş û serberdayî ye.
 

Ziman çu qalib û sînoran nanase...!
 
 
20.08.2007-Amed